Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdar im hilbijartin di dema xwe de werin kirin

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragihand ku civîna wan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) baş bû.
Polîtîroyên PDKyê û YNKyê îro li Hewlêrê civiyan.
Cîgirê Serokê PDKyê û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civînê ji rojnamegeran re aixivî û ragihand, wan civîneke baş bi YNKyê re kir.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ji bo bigihin hevtêgihîştineke hevpar û çareserkirina astengiyan civînên her du aliyan dê berdewam bin.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku roja hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin û hêvî xwest ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê behsa bi êrişên grûpên çekdar ên li dijî hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê jî kir û got: “Pirsa ewlehî û êrişan mijara herî girîng û hestiyar e. Ew êrîşên ku tên kirin xirab in û divê rê li ber wan bê girtin.”
Nêçîrvan Barzanî got, “Ev rûdaneke pir xeter e. Divê Serokwezîrê Iraqê rê nede van koman ku li Herêma Kurdistanê û Iraqê pirsgirêkan çêkin.”




