Mesrûr Barzanî pêşwazî li tîma Itîhad a Siûdî kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema pêşwazîkirina şanda Yaneya Itîhad a Siûdî de tekez kir ku werzişê roleke giring di lihevnêzîkirin û berdewamîdana tebayî û aştiya navbera gelan de heye.
Îro Yekşema 5ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya serok û rahêner û yarîkerên Yaneya Itîhad a Siûdî ya werzişê kir.
Di wê hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Erebistana Siûdiyê li Hewlêrê Mihemed bin Silêman Esîrî jî amade bû, zêdebarî bixêrhatina şanda Yaneya Itîhadê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje da peyama giring a werzişê jî ku ji bilî xweşiyê û borandina demeke xweş û mifayên tendirustî, mimkin e werziş roleke giring di lihevnêzîkirin û berdewamîdana tebayî û aştiya navbera gelan de jî bigêre.
Serok û yarîkerên Yaneya Itîhadê jî dilxweşiya xwe li ser hatina xwe ji bo Kurdistanê û pêşwaziya gerim a xelkê Hewlêrê diyar kir.




