Nêçîrvan Barzanî û Serok Macron rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj kirin

Parîs-KDP.info- Li Koşka Elysee li Parîsê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Emmanuel Macron Serokomarê Fransayê ve hat pêşwazîkirin.
Di civîneke dualî de herdu aliyan behsa peywendiyên Fransayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û guftûgoyên ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan, rewşa siyasî, ewlekarî û aborî ya Iraqê û pêşhat û aloziyên dawî yên herêmî gotûbêj kirin.
Herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Fransayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û bihêzkirina hevkariyên hevbeş yên di navbera wan da di çarçoveya rêkeftina stratejîk a di navbera Iraq û Fransayê da kirin û, herwesa, li ser wê yekê ku di rewşa aloz ya navçeyê da, aştî û aramiya Iraqê pêwîst e û divê li hevtêgihiştin û diyaloga ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê berdewam be hevfikir bûn.
Derbarê rewşa aloz li Rojhilata Navîn da, her du aliyan tekezî li ser girîngiya hewlên ji bo rêgirtina li ber berfirehbûna şer, parastina sivîlan û gihandina alîkariyên mirovî ji bo lêqewimiyan kirin, û li ser wê yekê hevfikir bûn ku, zêdetir alozbûna rewşê dê aramî û seqamgiriya navçeyê bixe di nav metirsiyê da.
Pêşhatên dawî yên şerê dijî terorîstan û metirsiya DAIŞê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û navçeyê, rewşa Sûriyê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş di civînê da hatin gotûbêjkirin.




