Nêçîrvan Barzanî dê li ser vexwendina Serokomarê Fransayê biçe Parîs

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li ser vexwendina fermî ya Emmanuel Macron Serokomarê Fransayê serdana Parîsê dike.
Serok Nêçîrvan Barzanî dê sibe Înê 03.11.2023ê, li Koşka Elysee digel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bicive.
Herdu alî dê li ser peywendiyên Fransayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşxistina hevkariyên hevbeş û rewşa Iraq û navçeyê bi giştî gotûbêj bikin.




