25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyoza Amerîkayê li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Çarşema 01.11.2023 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya xatûn Alina Romanowski Balyoza Amerîkayê li Iraqê kir.

Di civînê da behsa berfiretirkirina peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê digel Amerîkayê di çarçoveya rêkeftina stratejîk ya di navbera Amerîka û Iraqê da kirin û her du alî tekez li ser berdewamiya alîkarî û hevkariyên hevbeş û girîngiya parastina asayîş û selametiya hêzên Hevpeymanan û nûnerên dîplomatîk yên li seranserê Iraqê kirin.

Di mijareke dinê hevdîtinê da ku, Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê tê da amade bû, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.

Nûçeyên têkildar