26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Çînê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî û Konsulê Çînê danûstandinan li ser pêşxistina peywendiyên Hewlêr û Pekînê di warên cuda cuda de dikin. Konsulê Çînê rola Serok Barzanî û PDKê di dîrok û hevkêşeyên Kurdistan û Îraqê de bilind dinirxîne.

Îro Çarşema 1ê Mijdara 2023ê, Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Çînê yê nû li bajarê Hewlêrê Lio Gion û şanda pê re kir.

Konsulê Çînê di wê hevdîtinê de rêz ji bo rola Serok Barzanî û PDKê di dîrok û hevkêşeyên Kurdistan û Iraq û deverê de hebû. Herwesa wî qurbanîdana PDKê di bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê de bilind dinirxîne.

Wekî ku wê ragehandinê amaje daye, zêdebarî amajedana bi peywendiyên dîrokî yên navbera Barzaniyê Nemir û serkirdeyên Çînê û Parta Komunîst a Çînê û PDKê, Konsulê Çînê xweast ku peywendiyên welatê Çînê û Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda yên aborî, çandî, zanistî, bazirganî û geştkirina welatiyan de bên xurtkirin.

Amaje daye wê yekê jî ku her di wê civînê de Serok Barzanî daxwaza serkeftinê ji bo Konsulê nû yê Çînê li Hewlêrê kir û rêz ji bo dîrok û şaristaniya Çînê û gel û serkirdetiya wê hebû, ku ji astengên gelek mezin derbaz bûne û xizmeteke zêde pêşkêşî mirovatiyê û cîhanê kiriye. herwesa Serok Barzanî dilxweşiya xwe jî ji bo berfirekirina peywendiyên herdu aliyan diyar kir.

Herwesa di wê rûniştinê danûstandin li ser rewş û dawî pêşhatên ewlehî û siyasî yên cîhanê û deverê jî hatin kirin.

Nûçeyên têkildar