Mesrûr Barzanî: Hêviya me ew e ku Kurdistan roj bo roj ber bi pêş ve biçe

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 31.10.2023yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kargeha karton û paketkirinê ya kompanya FABYAB a Almanya li Hewlêrê vekir û di gotarekî de ragihand, hêviya me ew e ku Kurdistan roj bo roj ber bi pêş ve biçe.
Serokê Hikûmetê di gotara xwe de got: “Ez gelek keyfxweşim ku em îro ji bo vekirina vê kargehê ku kargeha çêkirina karton û berg kirin û paketkirin û karê kaxeze û bi awayekî gelek pêşketî û bi amûr û teknolojiya pêşketî hatiye danîn. Cîhê destxweşiyê ye û ez destxweşiyê li we birêzan dikim ku we ev kare pêkanî.”
Herwaha got: “Em dibînin sektora pîşesaziyê pêş ve diçe, ev yek dikare alîkareke mezin be ji bo piştevanî kirina li sektorên wek çandiniyê ku demeke me karî berhemên cotkaran, berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bişînin derve. Karên waha alîkariyeke mezin didin ji bo paket kirin û bi berg kirin û ew tiştên ku pêwîstin, bên kirin wek markayên Kurdistanî em bikarin berhemên xwe henardeyî derve bikin.”
Serokwezîr Barzanî got: ‘’Berhemên me xwedî tameke xwe ya taybet in û gelek daxwaz jî tê kirin û tişta ku dimîne bi awayekî xweşik û rêkûpêk, berg ji bo wan bê çêkirin û paket kirin û em bikarin bişînin derve. Ev karên waha gelek alîkariyê dikarin bikin ji bo em bikarin di karên xwe de serkeftî bin. Ya ez dizanim protokolek jî li gel Wezareta Çandinî û Çavkaniyên avê ya Herêma Kurdistanê pêkanîne, ev dê gelek alîkar be ji bo berhemên navxwe yên Herêma Kurdistanê û alîkareke giringe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Berevajî wê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi wî awayî dê gelek zêdetir bikare alîkariya sektora taybet û pîşesaziyê.’’
Mesrûr Barzanî ragehan: “Armanca me ew e em bikarin li Kurdistanê hemû pêdiviyên xwe, qasê em bikarin di nav Kurdistanê bixwe de em çêbikin û ev yek dê derfeta kar jî ji bo xelkeke zêde ava bike. Tişta ku min bîhîstiye vê derê bi sedan derfetên kar di nav vê kargehê de hatine ava kirin ku ev yek cîhê hêvî û keyfxweşiyeke zêde ye. Tişta ku dikeve ser hikûmetê jî asankariyê em bikin û piştevan bin û alîkariya sektora taybet bidin. Hêviya me wisaye ku bi hevkariya hikûmet û sektora giştî li gel sektora taybet, em bikarin hemû pêdiviyên Herêma Kurdistanê dabîn bikin û roj bi roj Kurdistanê ber bi pêş ve bibin.”




