Kabîneya şeşem ya Hikûmeta Herêmê dawîn civîna xwe saz kir

Roja yekşem 25/3/2012, serokatiya civata wezîran ya Herêma Kurdistanê civîna kabîneya şeşem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya dawî bi serperştiya Dr. Berhem Salih û bi amadebûna Azad Berwarî li darxist.
Di civînê de cejna Newrozê û serheldana gelê Kurdistanê hate pîroz kirin. her weha piroje yasaya budceya Herêma Kurdistanê hat gotûbêj kirin û biryar hat girtin ku komîteyek ji wezîran ji bo xwendina wê projeyê bi serokê Hikûmetê û cîgirê wî yê kabîneya heftem bê kirin û ew proje bo perlemana Kurdistanê bê pêşkêş kirin.
Dr. Berhem Salih di destpêka cîvînê de gotinek pêşkêş kir û tê de pîrozbahiyên cejna Newrozê li haziran kir û piştre erkên hêzên polîs û yên navxwe û hatûçûnê û asayîş û Pêşmerge her weha wezareta tendirustiê ji ber rêxistineka baş di rojên cejna Newroz de bilind nirixand.
Ji aliyê din ve Dr. Berhem Salih erkên wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan li ser ew rêûresmên ku di salvegera 24`mîn bombardimakirina kîmyawî ya bajarê Helebçeya şehîd bi biha şîrove kir.




