25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Komîteya Navendî ya PDKê bûyer û rewşa niha ya navçeyê gotûbêj kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Civîna Komîteya Navendî ya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî hat kirin û ragehandinek li ser naveroka wê civînê hat belavkirin.

Îro Pêncşema 26ê Cotmeha 2023ê, Komîteya Navendî ya PDKê, bi serperiştiya Serok Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê Komîteya Navendî û endamên wê û yedekan, civîna xwe ya asayî li Pîrmamê kir.

Di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û rewşa niha ya navçeyê û bûyer û pêşhat û bandora wan li ser Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Wê civînê bal kişand ser hevfehimandinên van dawiyan ên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ku bi niyeta çarekirina kêşeyan pêngavan diavêjin. Di wê ragehandinê de hatiye, “Em hêvîdar in bi zûtirîn dem kêşe û asteng bên bidawîanîn û çareseriyeke bingehîn ji bo pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û tevaya mijarên din bê dîtin, ku di berjewenda piroseya siyasî û seqamgîriya welatî de be.

Di heman demê de ji bo zêdetirxizmeta xelkê Herêma Kurdistanê û pêşkêşkirina xizmetkariyan di warên cuda cuda de, Komîteya Navendî ya PDKê piştevaniya xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir.

Li ser peywendiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê biryar da, ”ji bo berjewendên doza rewa ya gelê me û bihêzkirina qewareya siyasî û qanûnî ya Herêma Kurdistanê û hevfehimandin û arîkariyê, parta me dê li ser hevdîtin û danûstandinan bi hêz û aliyên siyasî yên di hikûmetê û yên ne di hikûmetê de jî berdewam be”.

Herwesa ji bo parastina canê tebayî û seqamgîriya bajarê Kerkûkê û rêzgrtina xelkê xweragir û têkoşer ê Kerkûkê ku ev demeke dirêj e di rêya armancên xwe yên rewa de xweragir û berdewam qurbanîder bûn, biryar da ku PDK avahiyê civata serkirdetiya xwe ya berê li Kerkûkê pêşêşî Zanîngeha Kerkûkê bike, wekî diyariyek ji bo xwendekarên wî bajarî û piroseya xwandin û rewşenbîrî û pêşxistina wî bajarî.

Herwesa di wê civînê de tekez hat kirin ku PDK dê li ser xizmetkirina kasûkar û malbatên serbilind ên şehîdan berdewam be û dê pêngavên pêdivî jî ji bo wê meremê biavêje. Her di wê civînê de biryar û rênimayên pêdivî li ser amadekariyên PDKê ji bo helbijartinên Perlemana Kurdistanê û Civata Parêzgehên Iraqê hatin dan.

 

Nûçeyên têkildar