26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Rehmetî Salih Qelab dostekî dilsoz ê gelê Kurdistanê bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Ji ber koça dawî ya nivîskar, medyakarê diyar û wezîrê berê yê kultûrî û ciwanan yê Urdinê xwedêjêrazî Selah Qelab Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Ji bo koça dawî ya nivîskar, medyakarê diyar û wezîrê berê yê kultûrî û ciwanan yê Urdinê xwedêjêrazî Selah Qelab, sersaxiyê ji malbat, kesûkar û havalên rehmetî ra dixwazim û hevsoz û hevxemê wanim. Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku canê rehmetî bi mîhrebanî û dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bi hemûyan bibexşe.

Xwedêjêrazî Salih Qelab dostekî dilsoz yê gelê Kurdistanê bû, ji ber wê jî em hertim bi rêz û hurmet li helwest, piştgirî û dakokîkirina ji mafên gelê Kurdistanê dinêrîn. Bila ruhê wî şad be û bîranîna wî hertim bi xêr be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25.10.2023”

 

Nûçeyên têkildar