Serok Barzanî sersaxî ji Şahê Urdinê re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawiyê ya nivîskarê Urdinî û parêzvanê dilsoz ê gelê Kurdistanê Salih Qellab, sersaxî li Şahê Urdinê, Şah Ebdullahê Duyem û malbata Salih Qellab kir.
Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Cotmeha 2023an peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand, “Bi xemeke mezin min nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê navdar ê Urdinî Salih Qellab wergirt, ku dostekî min ê nêzîk û parêzvanekî dilsoz ê gelê Kurdistanê bû.”
Serok Barzanî fi peyama xwe de got: “Ez sersaxiyê li birayê xwe birêz Şahê Urdinê, Şah Ebdullahê Duyem û malbata xwedêjêrazî Salih Qellab re dikim.”




