Mesrûr Barzanî û Serokê Kongreya Neteweyî ya Kurd li bakurê Amerîkayê civiyan
__2023_10_23_h14m31s1__ER__2023_10_23_h18m1s31__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Cotmehê û Serokê Kongreya Neteweyî ya Kurd li bakurê Amerîkayê (KNC) Dr. Îbrahîm Salih civiyan.
Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Dr. Îbrahîm Salih guftûgo li ser kar, proje û çalakiyên Kongreya Netewî ya Kurd û revenda Kurdistanî li bakurê Amerîkaya kirin.
Her du aliyan tekezî li ser yekkirina hêz û karînên revenda Kurdistanî kirin ji bo parastina mafên rewa yên gelê Kurd kirin.




