26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û konsulê Amerîka: Dibe ku aloziyên Rojhilata Navîn berfireh bibin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Mark Straw derbarê pêşhatên dawî yên rewşa aloz a navçeyê û bûyerên armanckirina hêzên Hevpeymanan civiyan.

Serok Nêçîrvan Barzanî îro Dûşema 23ê Cotmehê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Mark Straw kir û pêşhatên dawî yên li herêmê û bûyerên li dijî hêzên Hevpeymanan û hevahengiya ewlehiyê ya Hewlêr – Bexdayê gotûbêj kirin.

Herdu aliyan dilgiraniya xwe li hember egera firehbûna aloziyan û encamên wê li Rojhilata Navîn nîşan dan û tekez li ser giringiya parastina hêzên Hevpeymanan û nûnerên dîplomatîk li Iraq û Herêma Kurdistanê û berdewamiya hevkarî û hevahengiya ewlehiyê di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge ji bo aştî û aramiyê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê û Konsulê Amerîkayê çend mijarên girîng yên cihê berjewendiya hevbeş gotûbêj kirin

Nûçeyên têkildar