Nêçîrvan Barzanî bo derçûyên zanîngehê: Pêşeroja welat di dest û histê we de ye

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bangî mamosteyan kir ku ji ber derengketina dayîna mûçeyan sektora perwerdeyê nekin qurbaniya rewşê.
Merasîma 14mîn a Derçûna Xwendekarên Zanîngeha Soranê bi rê ve çû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Soranê bû.
Merasîma derçûna îsal a Zanîngeha Soranê, bi dirûşmeya “Zanist ji bo Kurdistaneke Bihêz” hat lidarxistin.
Di merasîmê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkeş kir.
Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe ya li vê merasimê de, pîrozbahî li xwendekarên derçûyî yên zanîngehê kir û ji bo hewlên wan destxweşî li mamosteyên zanîngehê jî kir.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku dema wan sala 2009an Zanîngeha Soranê damezrand, wan hêvî dikir ku bi sedan kur û keç di gelek waran de bibin pispor û wekî îro jiyaneke nû ava bikin û wiha pê de çû:
“Biryara damezrandina Zanîngeha Soranê beşeke ji projeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Niha jî hikûmetê bi avakirina rêveberiyeke serbixwe ya li Soranê nîşan da ku ew girîngiya bi navçeyê dide. Ez ji bo hewlên dabinkirina elektrîk, av û avadaniyê û ji bo gavên ku di gelek waran de hatine avêtin spasiya rêveberiya Soran dikim. Ez dê her tim ji rêveberiya Soranê re piştevan bim.”
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku Zanîngeha Soranê di heyama 14 salên xwendina xwe de roleke mezin di pêşketina Herêma Kurdistanê de lîstiye.
Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku pêşketina li herêmê bi saya berdêlên gelê Soranê û şehîdan bûye û got, “Îro em wan bi rûmet û serbilindiyeke mezin bi bîr tînin.”
Nêçîrvan Barzanî bo derçûyên zanîngehê got: “Pêşeroja welat di dest û histê we de ye.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hikûmeta Iraqê re di nav danûstandinên cidî de ye û wiha domand: “Em ji bo helwesta wî ya berpirsyar spasiya hikûmeta Sûdanî (Serokwezîrê Iraqê) dikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de me hemû niyeta xwe ya baş nîşan daye. Em hêvîdar in em bigihin çareseriyekê ku li ser esasê destûrê û di berjewendiyê hemû Îraqê de be.”
Di heman demê de Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser girîngiya yekrêziya navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û got: “Ji bo nehiştina nakokiyên siyasî û çareserkirina pirsgirêkan pêwîste hemû aliyên siyasî û pêkhateyên siyasî bi têgihiştineke hevbeş werin cem hev. Maf û destkeftiyên me yên destûrî tenê bi yekîtiyê dê bên parastin.”
Derbarê mamostayên ku ji ber mûçeyê wan nayê dayîn û tevlî xwepêşandanan dibin jî Nêçîrvan Barzanî got: “Em rewşê ji nêz ve dişopînin. Hûn dikarin dilniya bin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serastkirina rewşê gelekî dixebite.”
Herî dawî Serokê Herêma Kurdistanê ji mamostayan xwest ku deriyên dibistanan negirin û sektora perwerdeyê nekin qurbaniya rewşê.




