Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nadya Murad kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku heta hemû Kurdên Êzidî rizgar bibin hewlên wan dê ji bo rizgarkirin û diyarkirina çarenivîsa wan dê berdewam be.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li xwediya xelata Aştiyê ya Nobelê, Balyoza Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî, Çalakvana Kurda Êzdî Nadiya Murad kir.
Rewşa Kurdên Êzdî, pêvajoya vegerandina Êzîdiyên koçber bûne hat gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî û Nadiya Muradê dan zanîn ku ji bo Kurdên Êzdî yên koçber vegerin ser cih û warên xwe divê li herêmê aramî û ewlehî hebe.
Serokê Herêma Kurdistanê anî ziman ku belgekirina tawanên DAIŞê yên li hemberî Kurdên Êzdî û xebatên ji bo careke din karesatên bi wî awayî dubare nebin girîng in.
Nêçîrvan Barzanî herwiha bal kişand li ser jinên Kurdên Êzdî yên di êrişa DAIŞê hatibûn revandin û got: “Heta ku Êzdiyeke dîl hebe dê hewlên me yên rizgarkirinê û naskirina çarenivîsa wan bidomin.”




