25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Cotmehê pêşwazî li Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî Muhsin El-Allaq kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo li ser pêşxistina hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, bi taybetî banka navendî de, di warê çaksaziya sektora bankî û hewlên rûbirûbûna şûştina pereyan û karê ji bo aramiya aborî hatin kirin.

Serokwezîr amaje bi proje û destpêşxeriya (Hejmara Min) kir û spasiya piştgirî û heVahengiya Serokê Banka Navendî û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî kir û tekez li ser wê yekê kir ku pêşketina Herêma Kurdistanê, pêşketina ji bo tevahiya Iraqê û berjewendiya hemû welatiyan e.

Herdu alî li ser giringiya berdewamkirin û pêşvebirina hevahengî û hevkariyê ji bo geşepêdana aborî û aramiya darayî hevnêrîn bûn.

 

Nûçeyên têkildar