25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Balyozê Beljîkayê rewşa Şingalê û vegera koçberan gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 18ê Cotmehê pêşwazî li Balyozê nû yê Beljîkayê li Iraq û Urdinê Serge Dickschen kir.

Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanç pîrozbahî li Balyoz kir bi boneya destbikarbûna wî û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest.

Her di vê hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê, giringiya çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser bingeha destûrê û pêşxistina pêwendiyên navbera Belcîka û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê bazirganî de hatin gotûbêjkirin.

Mijareke din a hevdîtinê, taybet bû bi pêwîstiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, asayîkirina rewşa navçeyê û vegera koçberan li ser cihên xwe.

 

Nûçeyên têkildar