26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Japonyayê pêwendiyên aborî gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Japonyayê yê li Iraqê Futoshi Matsumoto li Hewlêrê civiyan û pêwendiyên aborî gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de berfirehtirkirina pêwendiyên Japonyayê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî de hat gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî û Futoshi Matsumoto tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e aramiya siyasî û ewlehiyê li Iraqê were parastin da ku zemîneke guncaw ji bo vegerhênana biyanî were çêkirin.

Herwiha herdu aliyan, derfet û warên ku kompanyayên Japonî dikarin li Iraq û Herêma Kurdistanê kar bikin nirxandin.

Di hevdîtinê de ji bilî van mijaran, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pişka bûdceya Herêma Kurdistanê û mafên darayî û pêşhatên navçeyê hatin gotûbêjkirin.

 

Nûçeyên têkildar