Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Beljîkayê behsa berfirehkirina hevkariyan kirin

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Çarşema 18.10.2023ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Serge Dickson Balyozê Beljîkayê yê li Iraq û Urdinê kir.
Di civînê de, peywendiyên Beljîkayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û diyaloga ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan, girîngiya alîkariya revandiyên Êzdiyên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, rewşa siyasî, hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê ji bo beşdarbûna Beljîkayê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞ ê û alîkariyên wê yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê spasiya Beljîkayê kir û herwesa, tekezî li ser xwesteka herdu aliyan ya ji bo berfirekirina hevkariyên hevbeş di hemû waran da kir.
Herdu alî li ser girîngiya pêkanîna sîstema federalî li Iraqê û karkirina hevbeş ji bo parastina aştî û aramiyê li Iraq û navçeyê hemfikir bûn û Balyozê Beljîkayê jî ji bo welatê xwe spasiya rola Herêma Kurdistanê ya di têkşikandina DAIŞê û şerê li dijî terorê kir.
Di mijareke dinî hevdîtinê de, di derbarê pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî, nêrînên xwe li hev guhartin.




