25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî bo tîma hikûmetê: Li Bexdayê pirsekê jî bê bersiv nehêlin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tîma hikûmetê spartiye ku li Bexdayê tenê yek pirsekê jî bê bersiv nehêlin û pir bi şefafî hevkar bin.

Îro 16.10.2023yê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragehand: “Serdana şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê û civînên wan li gel lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê wek helbijardeya me bixwe ye û nîşana niyeta cîdî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo çareseriya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê li ser hemû pirsên darayî.”

Herwaha aşkera kir: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîma hikûmeta Herêma Kurdistanê spartiye ku li Bexdayê tenê yek pirsê jî bê bersiv nehêlin û pir bi şefafî hevkar bin.”

Pêşewa Hewramanî diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra Iraq a federal de li dû çareseriyekî bingehîne ji bo parastina mafên hemwelatiyên Kurdistanê.”

Nûçeyên têkildar