PKK ji bo Herêma Kurdistanê bûye pirsgirêkek mezin
__2023_05_07_h14m48s40__ER__2023_10_11_h15m59s20__ER__2023_10_11_h22m45s56__RM.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Berpirsê liqa 26ê Gulan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li devera Balekayetiyê dibêje, PKK bûye pirsgirêkeke mezin ji bo Herêma Kurdistanê û ji ber wê yekê gelek ziyan gihandine navçeyên ser sînor, ku ji ber wan bi sedan gund vala bûne û dibe ku gelek gundên din vala bibin.
Serokê Liqa 26 Gulan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Balakayetiyê Kirmanc Izat ji malpera KDP.info re got, hebûna PKKê pirsgirêkeke mezin e ji ber ku ew hevahengiyê ligel Hikûmeta Kurdistanê nakin. Ji ber wan gelek ziyan gihaye navçeyên ser sînor û bi sedan gund vala bûne û dibe ku gelek gundên din vala bibin. Hicetê didin dewletên cîran ku axa Herêma Kurdistanê bombebaran bikin. Armanc û pêşeroja PKKê nexuya ye. Qaşo ji bo Bakurê Kurdistanê xebatê dikin, li Qeredax tonêlan dikolin û xelkê perwerde dikin ku çawa 6 mehan di bin erdê de bimînin.”
Kirmanc Izat got ku PKK bûye barekî giran li ser Herêma Kurdistanê û rê li ber avadankirina gundan û xirabûna rewşa abûrî ya xelkê Kurdistanê û şewitandina zevî û baxçeyên welatiyan dikin ku li devera Dolî Bilind 14 gund hatine valakirin û herwiha gelek xelk ji ber wan newêrin vegerin ser gundên xwe. Armanca PKKê tenê ew e ku zirarê bide gelê kurd.”




