25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 10ê Cotmeha 2023ê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, Balyozê Brîtanyayê li Iraqê ecêbmana xwe ji bo pêkvejiyana aştiyane ya pêkhatên olî û neteweyî li Kurdistanê nîşan da, herwesa pesna wê ferhenga pêkvejiyanê kir ku li Kurdistanê bûye sedema çêbûna jîngeheke guncayî ji bo ol û neteweyên cuda cuda. Wî rolê Serok Barzanî jî di bergirîkirina ji mafên pêkhatan û parastina ferhenga pêkvejiyanê û kûrtirkirina wê bilind nirxand. Her li ser vê mijarê, Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku ferhenga pêkvejiyanê li nav xelkê Kurdistanê rih û rîşalên dêrîn û dîrokî hene û gelê Kurdistanê li beranber ol û neteweyên cuda cuda û dîtin û nerînên olî herdem vekirî û azad bûye. Ev jî ji bo gelê me ferhengeke dewlemend e û ciyê şanaziyeke mezin e.

Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî ronahî berda ser qonaxên cuda cuda yên dîroka peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqa Federal û destûr û lihevkirinên siyasî. Ew yek jî tekez kir ku dê bi Hikûmeta Iraqê û Serokwezîr Sûdanî re hemî bizavan bikin ji bo ku di çarçoveya destûrî û bi rêya diyalogê û hevfehimandinê kêşe bên çareserkirin.

Di pişkeke din a wê rûniştinê de, dîtin û nerîn li ser rewş û pêşhatên siyasî yên navxweya Herêma Kurdistanê bi hev hatin guhertin.

Nûçeyên têkildar