Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Îtalyayê kir

Hewlêr-KDP.info- Îro roja Sêşemê, 10ê Cotmeha 2023ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Balyozê Îtalyayê li Îraqê Maurizio Greganti re rûnişt.
Di wê rûniştinê de dîtin û nerîn li ser guhertin û pêşvûnên Iraqê û deverê û pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê li hev hatin guhertin.
Amaje bi wê yekê jî hatiye dan, di wê hevdîtinê de behsa kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal hat kirin, tekez li ser çareserkirina bingehîn a tevaya kêşeyan û taybet mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrî û qanûna bodceyê de hat kirin, bi rengekî ku meaşwergirên Herêma Kurdistanê jî wekî tevaya meaşwergirên Iraqê mehane bê çi kêşeyekê û bi rengekî asayî meaşên xwe werbigirin.
Ew yek jî diyar kiriye, di tewerekî din ê wê rûniştinê de, danûstandin li ser pêdivîtiya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de hat kirin.




