25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li Emar Hekîm kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û Emar Hekîm tekezê li ser berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyên siyasî yên Îraqê dikin.

Îro Duşema 9ê Cotmeha 2023ê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê Emar Hekîm û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de dîtin û nerîn li ser rewşa siyasî ya Iraqê û bizavên lihevnêzîkirina dîtin û nerînên aliyan û berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyan bi hev hatin guhertin.

Her di wê hevdîtinê de tekez li ser dostînî û peywendiyên baş û dîrokî yên di navbera herdu aliyan de û pêdivîtiya parastin û baştirkirina wê peywendiyê û dostîniyê hat kirin.

 

Nûçeyên têkildar