Mesrûr Barzanî û Balyoza Almanyayê behsa pêşxistina pêwendiyan kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyoza nû ya Almanyayê li Iraqê, tekezî li ser rêzgirtina li sîstema federalî û parastina mafên gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyan di çarçoveya destûra Iraqê de dikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Cotmehê, pêşwazî li Balyoza Almanya li Iraqê Christiane Hohmann û şanda pê re kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya destbikarbûna Balyoza nû, pîrozbahî li balyoza Almanyayê kir û hêviya serkeftinê jê re xwast û spasiya hevkarî û piştevaniya Almanya li Herêma Kurdistanê kir.
Mijara sereke ya hevdîtinê, taybet bû bi girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bû û herdu alî li ser pêwîstiya rêzgirtina li sîstema federalî û parastina mafên gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyan di çarçoveya destûrê de hevnêrîn bûn.
Balyozê Almanyayê amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê veberhênan û bazirganiyê de nîşan da.




