Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê rewşa Sûriye û Kampa Holê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê, Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Stephen Hitchen qebûl kir.
Herdu aliyan behsa girîngiya yekdengî û yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir.
Nêçîrvan Barzanî û Stephen Hitchen herwiha da zanîn ku divê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Bexdayê yekdeng û yekhelwest bin.
Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê de mijarên wekî hevkariya Brîtanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û rewşa siyasî ya Iraqê hatin nirxandin.
Herwiha li ser mijarên pêwendî û pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê, rewşa Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên ku li ber deriyê wê ne hatin guftûgokirin.
Herwiha çend xalên wekî pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên bi welatên cîran re, rewşa Sûriyê, rewşa Kampa Holê û girîngiya parastina aramiyê jî hatin gotûbêjkirin.




