Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Almanya: DAIŞ hîn jî xetereke rasteqîn e
__2023_10_09_h17m35s14__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyoza nû ya Almanyayê ya Iraqê Christiana Homann û şandeya pê re qebûl kirin.
Her du aliyan destnîşan kir ku ew ji bo pêwendiyên Almanya û Herêma Kurdistanê kêfxweş in û dê hewl bidin ku ev pêwendiyên baş pêştir bikevin.
Di civîna de rewşa siyasî û ewlehiya Iraqê hatin guftûgokirin.
Nêçîrvan Barzanî û Homannê ani zimên ku DAIŞ hîn jî xetereke rasteqîn e û ji bo aramiya Îraqê metirsî ye.
Nêçîrvan Barzanî herwiha ji bo piştgiriya Almanyayê ya di şerê DAIŞê de spasiya wî welatî kir.
Di civînê de rewşa siyasî ya li Iraqê hat nirxandin û her du aliyan diyar kir ku divê li Îraqê sîstema federal were bicihkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê got, ji bo seqamgiriya Iraqê divê sîstema federal bi awayekî rast û birêkûpêk were bicihkirin.
Mijarên wekî berfirehkirina bazirganiya Almanyayê ya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û rûdanên dawiyê yên li heremê jî di civînê hatin nirxandin.




