25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî bo Îmaratê hat vexwendin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro danê sibê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmaratê li Herêma Kurdistanê Ehmed Îbrahîm El-Zahirî kir.

Di hevdîtinê de jibilî gihandina silavên serokê Îmarat bo Nêçîrvan Barzanî, Konsulê Îmarat vexwandina Serokomar Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan ji bo serdana Îmaratê û beşdarbûna di Lûtkeya Çalakiya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) de pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir. Ew lûtke di 1 û 2ê Kanûnê de li bajarê Expo Dubai dê were lidarxistin, hevdem digel Roja Neteweyî ya Îmaratê ye.

Ev lûtke di çarçoveya gera 28emîn a Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ya bi serokatiya Îmarat tê û mijarên taybet ên li ser bingeha Peymana Parîs tê kirin. Wê gotûbêj li ser guherîna avhewayê, çawaniya rûbirûbûna encamên wê û rola welatan di kêmkirina metirsiyên wê de, werin gotûbêjkirin.

Herdu aliyan herwiha li ser derfetên veberhênana Îmaratê li Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşxistina pêwendiyan, pêşhatên dawî yên li navçeyê û mijarên din ên berjewendiya hevbeş gotûbêj kirin.

 

Nûçeyên têkildar