Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê di Konferansa Asayişê ya Warşo 2023an de beşdar bû

Polonya-KDP.info- Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) weke tekane saziya Kurdistanî bi fermî di Konferansa Asayişê ya Warşo beşdar bû. Şanda PDKê gelek hevdîtin û civîn û çalakiyên baş ji bo geşekirina têkeliyan ligel şandên cîhanê pêk anî.
Li ser navê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Amîr Cargîs Berpirsê Dîska Pêwendiyên Derve ya Ewropayê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) beşdarî di 10.mîn Konferansa Asayişa Warşo ya 2023an de kir, ku di navbera 3 û 4ê Cotmehê de birêve çû.
Di konferansê de, şanda peywendiyên derve ya PDKê çendîn civîn û çalakiyên girîng ji bo pêşxistina têkeliyên derve li gel saziyên girîng ên Komara Polonyayê pêk anî û bi şandên din ên biyanî re civiya. Herwiha di panêl û gotûbêjan de jî beşdar bû. Herwiha hevdîtin û civîn pêk anîn ligel hejmarek ji kesayetiyên navdar ên Polonî û Ewropî di warên siyasî, stratejî, dîplomasî û berevaniyê de, wek balyoz û şandên saziyên rewşenbîrî ji bo behskirina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê. Zêdetirî 2200 mêvan û şandên zêdetir ji 70 welatan ji bo konferansê hatibûn vexwendin.
Herwiha gelek kesayetiyên navdar û wezîrên derve yên berê, wezîrên berê û niha yên berevanî û ewlekariya netewî, serkirdeyên leşkerî yên NATOyê, balyozên li Warşoyê û şandeyên bi dehan rêxistinên siyasî, dîplomatîk, têkiliyên navneteweyî û leşkerî, ewlekarî û stratejî yên navnetewî, di konferansê de amade bûn. Foruma 2023 bi beşdariya endamên parlamento û siyasetmedarên navdar ên Polonî, Ewropî û navneteweyî, herweha medyayên polonî û biyanî pêk hat.
Beşdarên 10mîn Foruma Asayişê ya Warşoyê hatin cem hev û li ser mijarên navneteweyî geşedanên heyî yên ewropî û cîhanî yên di warê ewlehiyê de gotûbêj kirin. Herwiha li ser pêşketina demokratîk, şer, parastin û aştiyê gotûbêj kirin.




