26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li serok û serkirdayetiya YNKê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya bidawîhatina kongreya pêncemîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pîrozbahî li serok û serkirdayetiya wê partiyê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama xwe arasteyî serok û serkirdatiya YNKê kir û tê de ragihand, “Bi boneya serkeftina kongreyê û destnîşankirina serkirdatiya nû ya YNKê, pîrozbahiyê li we û hemû endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje: “Hêvîdar im hûn qonaxeke nû di xizmeta gel û welat de dest pê bikin û gavên xwe yên ji bo yekrêzî û tebayî, pêşxistina destkeftan û parastina welat û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê zêdetir bikin û herwiha hevahengî û piştevaniya xwe ji bo cibicîkirina plan û bernameyên hikûmetê zêdetir bikin.”

Nûçeyên têkildar