Mesrûr Barzanî serdana birîndarên Hemdaniyê kir û beşdarî merasîma şîna qurbaniyên wê karesatê bû

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana birîndarên qezaya Baxdiyê (Hemdaniyê) kir û beşdarî merasîma şîna qurbaniyên wê karesatê bû.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiya (30.09.2023) serdana birîndarên bûyera Hemdaniyê yên li Nexweşxaneya Lezgîn a Hewlêrê kir, ji nêzîk ve rewşa wan şopand, hêviya başbûnê ji wan re xwest û careke din piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina pêdiviyên bijîşkî û dermankirina birîndaran dubare kir.
Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro beşdarî merasîma şîna qurbaniyên şewata Hemdaniyê li bajarokê Enkawayê yê ser bi Hewlêrê ve bû û sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyan kir.




