26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî li ser bûyera Hemdaniyê: Em amadehiya xwe ji bo hemû alîkariyên pêwîst dubare dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê bûyera şewatê li qezaya Hemdaniyê de peyamek sersaxiyê belav kir û tê amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo alîkariya qurbaniyên wê bûyerê dubare kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, bûyera şewata li hola şahiyan li qezaya Hemdaniyê (Bexdîda) ku bû sedema canjidestan û şewitîna bi sedan kesan, em gelek xemgîn kirin.

Mesrûr Barzanî got: “Ez pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyan dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dibînim. Xwedêyê mezin giyanê wan bi bihuştê şad bike. Hêviya başbûna zû jî ji birîndaran re dixwazim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, wî şeva borî ligel rûdana vê karesatê, Wezareta Tendirustiyê û hemû aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê raspard ku di zûtirîn dem de alîkariya berketiyan bikin û got: “Em amadebûna xwe ji bo hemû alîkariyên pêwîst dubare dikin.”

Nûçeyên têkildar