Serok Barzanî peyameke hevxemiyê ji bo karesata şewata Hemdaniyê belav kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 27.09.2023yê Serok Mesûd Barzanî di tora xwe ya civakî X de peyameke hevxemiyê ji bo karesata şewata li qeza Hemdaniye ya ser bi parêzgeha Nînowa belav kir.
Di peyama xwe de Serok Barzanî ragehand: “Bi bîhistina nûçeya bûyera karesatî ya şewata li qeza Hemdaniyê ez gelek xemgîn bûm, ku ew bûyer bû sedem bi sedan hemwelatî jiyana xwe ji dest bidin û birîndar bibin.”
Serok Barzanî got: “Sersaxiyê ji kesûkarên qurbaniyan re dixwazim û hêviya selametiyê ji bo birîndarên wê bûyerê dixwazim.”




