26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Konsula Brîtanya civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 25ê Îlonê pêşwazî li Konsula Giştî ya Brîtanya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave kir ku bi boneya xatirxwastinê û bidawîhatina erkên wê serdan kiribû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jibilî amajedan bi pêwendiyên dostane yên dûr û dirêj di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de, spasiya Konsula Giştî kir ku di heyama karê xwe de, kar ji bo pêşvebirin û bihêzkirina pêwendiyên dualî kir û hêviya serkeftinê di erkê wê yê paşerojê de jê re xwast.

Konsula Giştî ya Brîtanyayê xweşhaliya xwe ji bo hêsankarî û hemvahengiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Konsulxaneya welatî xwe nîşan da.

 

Nûçeyên têkildar