Polîtboruya YNK û PDK li ser karê hevbeş berdewamin

Duh roja yekşemê bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî civîna hevbeş a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê lidarket.
Di civînê de rewşa navxweyî ya kurdistanê û proseya hilbijartinê hatin behs kirin her weha herdu polîtboruyan teqez li nser berdewambûna civîn û goftûgoyan û pêwîstiya parstina hevpeymaniya stratejî ya navbera xwe û karê hevbeş bo xizmetkirina Kurdistanê kirin.
Li bare Êraqê de jî civînê bal kişan ser rûdanên li nava Êraqê û hewldanên hin berpirsan bi awayekî takekesî ku dixwazin desthilatê bixin xizmeta berjewendiyên xwe yên taybet û paşguhxistina poêkhateyên din yên li Êraqê rexne kirin.
Her weha civînê diyar kir ku pesendkirina budceyê bi bê rêkeftin ji çareseriyê rev bû ku gihîştibû wê astê ku Serokê Hikûmeta herêma kurdistanê serdana Bexdadê bike.
Ji aliyekî din ve di civînê de teqez li ser giringiya yêkrêziya nava mala Kurdistanî hate kirin bo pêşvebirina karê hevbeş û piştevanîkirina parleman û hikûmeta Herêma Kurdistanê bo berdewamiya xizmetkirina gelê Kurdistanê kirin.
Polîtboruya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Polîtboruya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê




