26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro danê êvarê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê Eric Chovalier kir.

Di hevdîtinê de herdu alî pêşhatên dawî yên danûstandinên Hewlêr-Bexdayê ji bo çareserkirina kêşeyan û pirsa bûdceya Iraqê gotûbêj kirin û tekez li ser berdewamiya diyaloga avaker ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser esasê destûr û parastina mafê hemûyan kirin.

Herdu aliyan herwiha pêşebirina peywendiyên Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina hevkariyên herdu welatan di hemû waran de gotûbêj kirin. Herwiha behsa rola Fransa li Iraqê kirin û daxwaza xwe ya kûrkirina peywendiyan anîn ziman.

Her di vê hevdîtinê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî û çendîn mijarên din ên berjewendiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.

 

Nûçeyên têkildar