Li Wanê bi sed hezaran kes Newrozê pîroz dikin

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Pîrozbahiya Newroza Wanê ku li Parka Çandê ya tenişta Keleha Wanê di bin barana zêde de dest pê kir, bi tevlêbûna 100 hezaran kesan berdewam dike.
Li gor Dîha di saetên serê sibehê de ji 32 taxên Wanê û gundên derdorê bi 100 hezaran welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî û herî xweşik xwe xemilandin û berê xwe dan Keleha Wanê. Refên ku ji hezaran pêk tên li Parka Çandê ya tenişta Keleha Wanê li hev kom dibin û dibin lehî.
Ji bo Newroza bi dirûşma "Ji Ocalan re Azadî ji Kurdan re Statû" bê pîrozkirin, gel bi coş û heyecanek mezin ji 32 taxan diherikin qadan.
Li gel astengîyên polîsan bi hezaran kes jî ji bajarên derdorê û navçeyên derdorê berê xwe dan Keleha Wanê û qada Newrozê tije kirin, qad xemilandin. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir.
Li nava Wanê jî hemû esnafan dikanên xwe girtin û berê xwe dan qada Newrrozê. Nava Wanê vala bû û her kesî berê xwe da keleha Wanê qada Newrozê. Ji 11 navçeyên Wanê, Bedlîs, Mûş, Agirî Qers, Erdexan, Erzirom, Îdir û Colemêrgê jî bi hezaran welatî hatin Qada Newrozê.
Pîrozbahî bi starên Renas Amed Navenda Çanda Mezopotamya ya Wanê, Hozan Huseyin berdewam dike. Gelek parlamenterên BDP'ê jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiya Wanê bi rêzgirtin û pêxistina Agirê Mezin dest pêkir. Pîrozbahî bi stran û axaftinan berdewam dike.




