Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Awisturyayê civiyan
__2023_09_13_h15m5s58__ER__2023_09_13_h19m21s10__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro Çarşema 13ê Îlona 2023an pêşwaziya Wezîrê Derve yê Awusturyayê Alexander Schollenberg kir.
Di hevdîtinê de, pêwendiyên dîrokî yên di navbera Awusturya, Iraq û Herêma Kurdistanê de û rêyên berfirehkirina wan pêwendiyan hat gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de, Wezîrê Derve yê Awusturyayê tekezî li ser giringiya welatê xwe bo piştevaniya aborî bo Iraq û Herêma Kurdistanê û veberhênanê kir.
Di derbarê pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de jî, Serok Barzanî tekez li ser pêwîstiya diyalogê wek rêyeke çareserkirina kêşeyan li ser bingeha hevsengî, hevparî û lihevkirinê bi piştbestin bi destûrê kir.




