Wezîrê Derve yê Awisturyayê: Em hewl didi ku nûneratiya xwe li Herêma Kurdistanê vekin

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg ragihand ku ew dixwazin li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg bi şandeyeke bazirganiyê re hat Herêma Kurdistanê. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Alexander Schallenberg îro Çarşema13.9.2023 li Hewlêrê civiyan.
Pêwendiyên Awisturyayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, koçberiya neyasayî ya ber bi Ewropayê ve û pêşhatên dawiyê yên navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî di civînê de bal kişand ser pêwendiyên dîrokî yên her du aliyan û pîrozbahî li Schallenberg kir ku dubare balyozxaneya Awisturyayê li Bexdayê vekir.
Nêçîrvan Barzanî piştgîriya Awisturyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê û berdewamiya geştên asmanî yên rasterast yên di navbera Viyana û Hewlêrê de bilind nirxand.
Serokê Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê xwest ku nûnertiya xwe li Herêma Kurdistanê jî vekin.
Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku Herêma Kurdistanê amade ye di her warî de pêwendiyên xwe bi Awisturyayê pêş bixe.
Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê jî eşkere kir ku welatî wî girîngiyê dide pêwendiyên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û got ku ew hewl didin nûnertiya xwe li Hewlêrê vekin.
Alexander Schallenberg herwiha tekez kir ku sektora taybet a welatî wî dixwaze ku veberhênanê li Herêma Kurdistanê bike.
Herdu alî hevnerîn bûn ku aramiya siyasî û ewlehiyê ji bo rakêşana sermayeguzariya biyanî û pêşketina aborî girîng e.
Derbarê koça nayasayî de jî her du aliyan tekez kir ku ji bo rûbirûbûna koça nayasayî, divê hevahengî di navbera welatên Ewropa û navçeyê de hebe.
Têkildarî pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku pêwîst e pirsgirêk li ser bingeha destûrê bêne çareserkirin û sîstema federalî bi temamî were cîbicîkirin.
Herwiha çend mijarên din jî ku ji bo herdu aliyan girîng in hatin gotûbêjkirin.




