25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Beytocan hunermendekî welatparêz û jêhatî bû û xizmeta muzîka Kurdî ya resen kiriye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawiyê ya hunermend Beytocan peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi mixabiyneke mezin min nûçeya koça dawî ya hunermendê navdarê Kurd Baytocan bihîst. Xwedêjêrazî Beytocan hunermendekî welatparêz û jêhatî bû û xizmeta sitran û muzîka Kurdî ya resen kiriye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha got jî: “Pirse û sersaxiyê arasteyî malbat wî ya rêzdar dikim. Xwedêyê mezin û dilovan giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebr û sebr û aramiyê jî bide hemûyan.”

 

Nûçeyên têkildar