25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-  Îro Dûşema 11ê Îlona 2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Kazim Al Sadiq Balyozê Komara Îslamî ya Îran li Iraqê û şanda ligel wî de kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê, spasiya Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kir ji bo pêşkêşkirina hêsankarî û xizmetguzariyên ji bo ziyaretkarên Îranî û tekez jî li berev pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamî ya Îranê kir.

Rewşa siyasî ya navçeyê û pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û pêwîstiya çareserbûna kêşeyên di navbera herdu aliyan mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.

 

Nûçeyên têkildar