26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê şoreşa herî mezin a siyasî, çekdarî û civakî ya gelê Kurdistanê bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera 62yemîn a Şoreşa mezin a Îlonê, ku 11ê Îlona 1961ê destpê kiribû peyamek belav kir.

Peyama Serok Barzanî waha ye:

“Bi navê Xwedayê Mezinn û Dilovan

Şoreşa Îlonê şoreşa herî mezin a siyasî, çekdarî û civakî ya gelê Kurdistanê bû, ku ji bo parastina nasname û berevanîkirina li mafên rewa yên gelê Kurdistanê û berqerarkirina demokrasiyê li Iraqê ye. Şoreşa mezin a Îlonê bi rêbertiya Barzaniyê nemir ezmûneke bêwêne ya xebat û tekoşînê bû ku hemû navçeyên cuda yên Kurdistanê û giştî çînên civakê û li gel pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê tê de beşdar bûn.

Di salvegera şêst û duyemîn a destpêkirina şoreşa Îlonê de pêzanînên min ji bo xebat û westandina hemû şoreşger û Pêşmerge û endamên şoreşa Îlonê heye, ku xwedî rolbûne di wê şoreşa mezin de û serbilindî ji bo gelê xwe tomar kirin.

Mesûd Barzanî

11ê Îlona 2023”

Nûçeyên têkildar