Demîrtaş jî diçe Îmraliyê

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Şanda sêyemîn a ku biçe Îmraliyê û ligel rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevdîtinê pêk bîne diyar bû.
Li gor ajansan şandeya BDPê a sêyem a ku wê berî Newroza Amedê a 21ê Adarê biçe Grava Îmraliyê û bi Ocalan re rûne, di nav 2 rojan de dike zelal bibe. Hat ragihandin ku Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş diçe Îmraliyê.
Şanda ku wê biçe Îmraliyê ligel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevdîtinê bike û peyama ku di Newrozê de ji gel re ragihîne eşkere bû. Hate hînbûn ku, di heyetê de Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş, Parlamenter Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder hene.




