Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Îranê yê li Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 11ê Îlonê pêşwazî li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê yê li Iraqê Kazim Al Sadiq û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de Balyozê Komara Îslamî ya Îranê spas û pêzanînên welatê xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşna da ji bo wê hêsankarî û hevkariya ku pêşkêşî ziyaretkarên Îranê kiriye ku di deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ve hatine Iraqê û beşdarî Çileya Îmam Husên a li bajarê Kerbelayê bûne.
Balyozê Komara Îslamî ya Îranê Kazim Al Sadiq pesnê pêşketin û avedaniya Herêma Kurdistanê û bi taybetî bajarê Hewlêrê daye.
Çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûr û rêkeftinan, mijareke din a gotûbêjan bû, li ser vê mijarê Serokwezîr Mesrûr Barzanî dûpat kiriye ku Herêma Kurdistanê hemû pêbendiyên xwe di çarçoveya yasaya budce û destûrê de cîbicî kirine û divê Hikûmet Federal jî heqên darayî yên Herêmê bişîne.




