Nêçîrvan Barzanî: Şoreşa Îlonê dayika şoreşên Kurdistanê ye ku bibû hilgirê nirxên miletekî tîyê azadî û serfiraziyê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera 62yemîn a Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û tê de got, Şoreşa Îlonê dayika şoreşên Kurdistanê ye ku bibû hilgirê nirxên miletekî bindest û tîyê azadî û serfiraziyê.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
“Bi helkefta 62 saliya Şoreşa mezin a Îlonê, silav bo giyanê pakê rêberê şoreşê, Barzaniyê nemir û hemû têkoşer û pêşmergeyên qehreman ku, canê xwe ji bo azadiya gel û welatê xwe dane û di rêya asê û dijwar a şoreşê de êş û azar dîtine û dibînîn. Em wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.
Şoreşa nezin a Îlonê dayika şoreşên Kurdistanê ye ku, bibû hilgira nirxên bilind ên gelekî bindest û tîyê azadî û serfiraziyê. Ew bibû lihevcivandin û nasnameya neteweyî, niştimanî û çandî ya hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê. Hêviyeke mezin, hişyarî û hişmendiya netewî û niştimanî zindî kir. Doz û daxwaza mafên rewa yên gelêkî ku, bi yekrêzî û yekdengiya xwe ji bona ku bigihe serkeftin û armancên xwe yên bilind amade bû her qurbaniyekê bide û rewatî û dengê xwe bi hemû cîhanê bigihîne.
Gelê Kurdistanê di Şoreşa mezin a Îlonê da bi bawerî, berxwedan, canfedayî, xwîn û fedakariya xwe yek ji xwînrêjtirîn rejîmên herêmê têk bir û neçar kir ku mafên gelê Kurdistanê nas bike. Tevî komployên neyaran li dijî şoreşê û şikestinê jî, ti carî meşxeleya şoreşê nehat vemirandin û destkeftên şoreşê bûn bingeha hemû destkeftên paştir û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.
Çawa ku yekîtî û yekrêzî hêz û bingeha Şoreşa Îlonê bû, bi vê minasebetê da jî em tekeziyê li ser yekîtî, yekrêzî, hevpejirandin û hevkariya navbera hemû hêz, partî û pêkhateyên gelê Kurdistanê da dikin. Ev rêya tekaneye ji bona derbaskirina pirsgirêk, metirsî, aloziyan û ji bona parastina federalî û maf û destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê û dabînkirina niha û paşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê.
Silav li ser giyanê pakê şehîdên şoreşê û hemû şehîdên rêya azadiyê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11.09.2023”




