26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Foytazak: Gelê kurd jî weke gelê poloniyayî gelek êş û azar dîtine

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Şandeyeke herêma Wîelkopolska ya ser bi Poloniyayê serdana herêma Kurdistanê kir û li bajarê Hewlêrê digel Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê civiya û behsa  xurtkirina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û herêma Wîelkopolska kir.

 Şandeya herêma Wîelkopolska ya bi serokatiya Lezîk Foytazak cîgirê serokê herêma Wîelkopolska di axavtinekê de got ku, wan ji bona beşdarkirinê di merasima 25 saliya kîmiyabarankirina bajarê Helebceyê de serdana herêma Kurdistanê kir û ji nêzîk ve haydarî wê karesata mezin a li ser destê rijêma Sedam Hisên bi serê gelê kurda hatibû bûn.

 

Serokê şandeya Wîelkopolska got:

- Beşdarîkirina me di merasiba bîranîna karesata Helebceyê de tesîreke gelek mezin li ser me kir û nuha em hest pê dikin ku, gelê kurd jî bi heman tecrûbeya tal û dijwara gelê poloniyayî tê de derbas bûy, gelek êş û azar dîtine.

 

Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve ji şandeya mêvan re behsa rewşa herêma Kurdistanê û siyaseta herêma Kurdistanê ya di warê pêxistin û berfirehkirina têkeliyên xwe bi welatên cîhanê re kir û got:

 

- Em hêvîdar in ku, şandeya Wîelkopolska wêneyê rasteqîneyê herêma Kurdistanê û ew tawanên derheq bi gelê me hatine kirin digel peyama aşitî û lêbihurînê ya gelê Kurdistanê bigihînin welatê xwe.

 

Li dor têkeliyên herêma Kurdistanê û herêma Wîelkopolskayê, berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê got:

 

- Têkeliyên me digel herêma Wîelkopolskayê di qonaxeke baş de ne û ev yek jî bo xwesteke hikûmeta Poloniyayê bo vekirina konsolxaneya xwe li Hewlêrê û xebat û hewlên nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Poloniyayê vedigere.

Nûçeyên têkildar