Li Hemayê 10 Kurd ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatin kuştin

Sûriyê-KDP.info/ Artêşa Sûriyeyê ku li bajarê Hema û derdorê wê li dijî muxalîfan operasyon da destpêkirin, li herêma Miherd 10 Kurd kuştin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), şeva din artêşa Sûriyeyê li bajarê Hema û derdorê wê li dijî komên muxalif ên çekdar operasyon da dest pê kirin. Di dema operasyonê de li gundê Kefer Hod yê herêma Miherdê 10 Kurd ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin.
Di vê navberê de li heman herêmê gundê Sawa ciwanê binavê Mihmed Nezal (24) yê Kurd mirî hate dîtin. Tê texmîn kirin ku, ew ciwan jî di heman operasyonê de kuştine




