Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade ya Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer kir û di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Herêm û Iraqê danûstandina fikr û ramanan hat kirin.
Îro Çarşema 6ê Îlona 2023an, Serok Barzanî li Selahedîn pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer kir.
Di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal danûstandina fikr û ramanan hat kirin.
Geşedan û bûyerên van demên dawî yên li Kerkûkê û sedemên wê, mijareke din a vê hevdîtinê bû û her du aliyan nîgeraniya xwe li ser rewşa Kerkûkê û pêwîstiya çareserbûna bilez a kêşeyan ragihandin.




