26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kompaniyên Misrî li Kurdistanê projeyan pêk tînin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Karûbarên Hawirde û Hinardekirinê li Herêma Kurdistanê Eta Mihemed got ku, biryar e lûtkeya Iraq û Misrê li Herêma Kurdistanê were lidarxistin bi mebesta kişandina kompaniyên Misrî û hinardekirina kelûpelan ji Herêma Kurdistanê.

Eta Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e lûtkeya Iraq û Misrê li Herêma Kurdistanê were lidarxistin. Kompaniyên Misrî tên Kurdistanê ji bo hinartina kelûpelên pêwîst ji Misrê re kar bikin ku kompaniyên wan dê werin û li Kurdistanê projeyan pêk bînin.”

Mihemed wiha got: “Em dixwazin bi riya wê lûtkeyê kompanyayên wan bikşînin Herêma Kurdistanê û li gel kompaniyên me kar bikin, ji ber wê jî lûtke girîng e û biryar e di 24ê Mijdarê de were lidarxistin û piştre li Iraqê were lidarxistin, ji ber wê jî hewlên ji bo kişandina kompaniyên biyanî berdewam in.”
 

Nûçeyên têkildar