Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser rewşa navçeyê axivîn

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan civiyan.
Serok Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û şanda pê re kir.
Serok Barzanî û Hakan Fîdan rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.




